3 kesên ku xwestin qîzikekê birevînin hatin girtin

Li Êlihê di nava rojê de 3 kesan hewl dan qîzikekê birêvînin, welatîyan xwestin kesên ku qîzikê birevînin lînç bikin.

Li gundê Binêrîya girêdayê Îkîkopruya  Beşîrîya Êlihê di nava rojê de  qîzika 11 salî ji teref 3 kesan ve hat xwestin ji ber derê mala xwe bê revandin. Qîzika ku hat xwestin bê revandin ji teref gundîyan ve hat rizgarkirin. Welatîyan xwestin kesên teşebûs kirin qîzikê birevînin lînç bikin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin pîrekek jî di nav de 3 kesên ku bi wesayîtekê hatin gund pêlîstok dan destê qîza 11 salî ya ku li ber devê derîyê mala xwe dileyst. Qîza biçûk bo ji destên kesên ku tên diyarkirin Sûrîyeyî ne rizgar bibe kire hawar. Gundîyên ku dengê hawara qîzika biçûk bihîst bi hawara wê ve gihan û wê ji destên 3 kesan rizgar kirin.

Gundîyan ku xwestin kesên ku hewl dan qîzikê birevînin  lînç bikin destnîşan kirin wesayîta bi heman plaqe berî niha li gundekî din jî hewl dabû zarokan birevîne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir