4 partîyê 548 milyon lîre alîkarîya Xezînê bigre

Piştî biryara hilbijartina pêşwext hat girtin 4 partîyê sîyasî dê bi qîmetê 548 milyon lîre zêdetir alîkarîya xezînê bigrin.

Li gor yasaya partîyên sîyasî li gor dengên hilbijartina dawîn her sal alîkarîya Xezînê digrin. Alîkarîya Xezînê li gor miqdara budçeyê ji 5 hezarî 2 tê kirin.    

Alîkarîyê Xezînê di hilbijartinê giştî de sê qat û di hilbijartinê mehellî de jî wek du qata tê dayîn. Di meha çileya îsal de li AK Partîyê 139 mîlyon lîreî li CHPê 71 milyon lîre, li MHPê 33, 5 milyon lîre û li HDPê 30 milyon lîre alîkarîya Xezînê hat belavkirin.

Li hêladin ji ber ku biryara hilbijartina pêşwext hat girtin partîyên ku di meha çile de alîkarî girtine dê du qatê wê yê din jî bigrin.

Piştî biryara hilbijartinê kete sepanê AK Partîyê 278 milyon lîre, CHPyê 142 milyon lîre, MHPyê 67 milyon lîre û HDPyê 60 milyon lîre alîkarîya Xezînê bigrin.

Bi vê yekê di nava vê salê de li 4 partîya 822 milyon alîkarîya Xezînê hat kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji 400î bêhtir qefaltin
Neteweyên Yekbûyî ji bo Xezzeyê hişyariya xelayê da
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, beşdarî şîna Cemaeta Îsmaîlaxa bû
Malzemeyên arikarîyê ya ku ji teref Lîbyayê ve hatibû şandin gihaşt Xezzeyê
Meteorolojî hişyarî da: ji Bayê Şûr re baldar bin