5 Filistînî di êrîşa siyonîstan de şehîd bûn

Siyonîstên terorîst êrîş birin li ser Mislimanên Filistînî, di encama êrîşên ku hatin kirin de 5 Filistînî şehîd bûn.

Hat ragihandin siyonîstên terorîst êrîşî xwepêşana ku di bergeha Meşa Mezin a Vegerê ya ku li sînora Rojhilat a Xazzê hat tertîpkirin kirin, di êrîşa ku hat kirin de 4 Filistînî şehîd bûn. Her wisa siyonîstan li Ramallahê jî şehîd kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hat belavkirin de, derbarê mijarê de hat diyarkirin doh piştî esrê di êrîşa ku ji teref siyonîstên terorîst ve li rojhilata Cîbalîyê hat kirin de 4 kesên bi navê Nassar Ebu Tîm (19), Ahmed Ebu Lebde (22), Ayîş Şaas’ın (23) û Muhammed Xalid Mahmud Abdunebî(27) şehîd bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de her wisa hat diyarkirin di êrîşan de her wisa 170 Filistînî jî birîndar bûn ku rewşa hinek ji wan giran e.

Li Ramallahê jî Filistînîyekî bi navê Osman Ahmed Ledadîve(33) ji teref siyonîstan ve hat şehîdkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir