6 hezar heywanên bêxwedî hatin tedawîkirin

Li Navenda Rehabîlîtasyona Heywanên Sikakê ya Mêrdînê 6 hezar heywanên ku bêxwedî ne û li sikakê dijîn hatin tedawîkirin.

Li Navenda Rehabîlîtasyona Heywanên Sikakê ya Mêrdînê 6 hezar heywanên mîna ker, kuçik, hesp û yên mîna wan ên ku bêxwedî ne û li sikakê dijîn hatin tedawîkirin. Heywanên ku hatin tedawîkirin piştî ku baş bûn dîsa hatin berdan xwezayê. Heywanên ku astengdar in û nikarin li ser pîyan bisekinin dîsa li stargehan dimînin û kesên wezîfedar li wan xwedîtîyê dikin.

Heywanên ku li navendê tedawî û dermankirina wan ne mimkûn e bi derfetên Şaredarîya Bajêra Mezin tên şandin  bajarên mîna Stenbol, Enqere, Almanya û Îzmîrê û li wan deran tên dermankirin.

Mustafa Yamanê Walî û Wekîlê Serokê Şaredarîya Bajêra Mezin ê Mêrdînê  navenda ku heywanên bêxwedî lê tên dermankirin ziyaret kir û  derbarê heywanên ku tên dermankirin  de agahî da.

Yaman di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew li vê navenda ku berî niha wek kavil bû xebat dane destpêkirin û di encama xebatên ku hatin kirin ev dera kavil hatiye modernkirin û heta niha li vê navendê 6 hezar heywanên ku bêxwedî ne û li sikakê dijîn hatine tedawîkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin