Ahmed er-Raysûnî: Şehadeta Mursî ji bo serokên Ereban ên ku hevkarîyê dikin şerm e

Serokê Yekîtîya Alimên Misliman ên CîhanêAhmed er-Raysûnî destnîşan kir “Şehadeta Mursî ji bo serokên Ereban ên ku hevkarîyê dikin şerm e.”

Ji teref Serokê Yekîtîya Alimên Misliman ên Cîhanê  Ahmed er-Raysûnî ve derbarê şehadeta Şehîd Muhammed Mursîyê Serokomarê Misirê  de daxuyanîyek hat belavkirin. Er- Raysûnî di daxuyanîya xwe ku belav kir de destnîşan kir “Şehadeta Mursî ji bo wan serokên Ereban ên ku hevkarîyê dikin û ji şehadeta Mursî bêdeng dimînin şerm û fedî ye. Dîsa şehadeta Mursî, ji bo Sîsîyê ku fermana mirina masûmên bi şeref  daye şerm û fedî ye.”

Raysûnî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Muhammed Mursî ev bû 6 sal ku di hepisxaneyan de îşkenceyan didît. Ew ê her tim ew bê bîranîn. Wî dibirin û dianîn mehkemeyan û tinazên xwe pê dikirin. Ev bû 6 sal ku ew parçe parçe kuştin.”

Raysûnî di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir; rejîma Siûd û Mîrnişînîyên Yekbûyî yên Ereban a ku destek dan darbê û her wisa Misirî, Lîbyayî, Yemenî û Sûdanî bûn sedema şehadeta Mursî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin