Hat ragihandin C.G.yê ku li Zanîngeha Aydin Adnan Menderesê akademîsyentîyê dike ji ber ku tinazê bi Qur’ana Kerîm kir ji wezîfê hat girtin.
Ji wezîfê girtina C.G. ji teref Rektorê Zanîngeha Aydin Adnan Menderes Prof. Dr. Cavît Bîrcan ve li ser medyaya civakî hat ragihandin.
Bîrcan di parvekirina ku ji ser medyaya civakî kir de derbarê mijarê de wiha got: “ Derbarê şexsê ku ji ser medyaya civakî tinazê xwe bi ayetên Qur’ana Kerîm kiriye û di parvekirinên xwe tiştên bi heqaret û sihêf parvekiriye de lêpirsîna ceza û dîsîplînê hatiye destpêkirin û ji wezîfê hatiye girtin. Bi hurmet ji raya giştî re tê ragihandin.”
ÎLKHA
Sosyal medya paylaşımlarında ayetlerle dalga geçen, yapılan inceleme sonucu diğer paylaşımlarında da bir akademisyene yakışmayacak hakaret ve küfürlü paylaşımları bulunan şahıs hakkında disiplin ve ceza soruşturması başlatılarak açığa alınmıştır. Kamuoyuna saygıyla duyurulur.
— Cavit Bircan (@cavit_bircan) 7 Kasım 2018