Alîkarê Miftiyê Bajarê Rihayê Abdülhamit Turgut, di nirxandina xwe ya ku ji ÎLKHAyê re kir de diyar kir ku Îslam dînekî wisa ye ku her qada jiyanê dorpêç dike, jiyana civakî û jiyana dînî ji hev cuda nake û der barê exlaqê bazirganiyê de jî pîvanên zelal datîne holê.
Turgut bal kişand ser wê yekê ku qezenca helal ne tenê fealiyeteke aborî ye, di heman demê de îbadetek e jî û got ku divê di bazirganiyê de durustî, pêbawerî, veneşartina qusûra (kêmasiya) mal, edalet di pîvan û kêşanê de û riayeta mafê mirovan ji taybetmendiyên herî sereke û jiyanî yên bazirganên Misliman bin.
"Bazirganiya helal ne tenê kar e, îbadet e: Divê esnaf ji derew, sondxwarin û qereborsayê dûr bikevin"
Turgut diyar kir ku yek ji esasên bingehîn ên bazirganiya helal durustî ye û da zanîn di bazirganiya ku tê de durustî winda bibe, pêbawerî û xêr û bêr (bi bereket) jî ji nav radibe.
Turgut bal kişand ser wê yekê ku divê qusûra malê tê firotin neyê veşartin û anî ziman ku di kirîn û firotinê de helwesta zelal û durust a aliyan a li hemberî hev, dê rê li ber nakokiyên ku di paşerojê de derkevin bigire.
Turgut bi bîr xist ku edaleta di pîvan û kêşanê de di Qur'ana Pîroz de jî bi awayekî zelal hatiye fermankirin û destnîşan kir ku kêşana bi hîle hem li dijî mafê mirovan (heqê qûl) hem jî li dijî fermanên îlahî ye.
Turgut anî ziman ku stokkirina hilberan a di sûkê de ku dibe sedema bilindbûna bihayên mal, di Îslamê de wekî "îhtîkar" (qereborsatî) tê binavkirin û got ku ev yek ji aliyê dînî ve heram hatiye kirin û divê tu bazirganekî Misliman serî li rêyeke wisa nede.
“Esasên bingehîn ên bazirganiya helal durustî, edalet û pêbawerî ne”
Turgut diyar kir ku bazirganiya helal li ser esasên durustî, pêbawerî, edaleta di pîvan û kêşanê de û riayeta mafê mirovan hatiye avakirin û wiha got: “Dînê me jiyana civakî an jî jiyana dînî ji hev cuda nekiriye. Dest daye hemû aliyên jiyanê û qaîde diyar kirine. Ji ber vê yekê, pîvanên qezenca helal jî dînê me destnîşan kirine. Yek ji esasên bingehîn ên bazirganiya helal durustî ye. Heke di bazirganiyekê de durustî nebe, tê de bereket û pêbawerî jî nabe, di civakê de jî bêaramî çêdibe. Ji ber vê yekê, divê her du alî jî vê yekê bi awayekî rast diyar bikin. Ya duyemîn, veneşartina qusûrê ye. Heke kêmasiyeke tiştekî hebe, divê mirov vê bi awayekî eşkere bibêje da ku aliyê din pê bizanibe û piştê re nebe sedema nîqaşan. Ev yek di dînê me de girîng e. Veneşartina qusûra tiştê tê firotin û gotina wê ya bi awayekî eşkere, yek ji esasên bingehîn ên exlaqê bazirganiyê ye.
Yekî din jî edaleta di pîvan û kêşanê de ye. Çi dibe bila bibe, helwesta bi edalet a di pîvan û kêşanê de yek ji esasên bingehîn ên bazirganiya helal e. Di vê mijarê de di hedîs û ayetan de nimûne jî hene. Xwedê Azze û Celle ferman dike: ‘Weyl li wan kesan be ku di pîvanê de hîleyê dikin.’ Ji ber vê yekê, dema mirov dikêşe û dipîve, divê vê yekê bi edalet û durustî bike. Ilkeyeke din jî îhtîkar e ku em jê re dibêjin karaborsatî. Îhtîkar, stokkirina mal e da ku bihayê wî malî di sûkê de bilind bibe. Ev yek jî di Îslamê de bi zimanekî teqez hatiye qedexekirin û heram e. Em di şîretên Pêxemberê me de dibînin ku divê tu bazirganekî mi'min vê yekê neke.”
"Kî me bixapîne, ne ji me ye"
Turgut anî ziman ku durustî bingeha exlaqê bazirganiya Îslamê pêk tîne, xapandin û ketina bin mafê mirovan jî berpirsiyariyeke giran a manewî tîne û wiha axivî: “Li ser bazirganiya helal hedîseke navdar a Pêxemberê me heye. Rojekê Resûlê Xwedê dema di çarşiya Medîneyê re derbas dibe, di ber komek genim re diçe. Ev koma genim bala Pêxemberê me dikşîne. Destê xwe yê rastê yê pîroz dixe nav koma genim û mistek genim derdixe. Dibîne ku destê wî şil bûye. Ji xwediyê genim dipirse ku çima ev genim şil e. Xwediyê genim dibêje: ‘Ya Resûlallah, bi şev baran bariya bû, ji ber wê wisa şil maye.’ Halbûku em di şerhên hedîsê de dibînin ku wî ji bo ku genim girantir bibe av reşandiye ser. Resûlê Xwedê wisa wê gotina xwe ya navdar û kurt dibêje: ‘Kî me bixapîne, ne ji me ye.’
Ji ber vê yekê, di exlaqê bazirganiya helal de xapandin û nexapandin ilkeyeke pir girîng e. Gotina Pêxemberê me ya ‘Kî me bixapîne ne ji me ye' ji bo Mislimanan, ji bo mi'minekî gotineke pir xeternak e. Divê mirov ji vê bireve. Wekî din mirov ji çarçoveya daîreya Îslamê derdikeve. Divê mirov bala xwe bide vê. Yek jî li vir mijara mafê mirovan (heqê qul) heye. Divê mi'min mîna ku ji agir direvin, ji heqê qul birevin. Di der barê heqê qul de gelek hedîsên ji Pêxemberê me hatine hene... Wisa ku kesê şehîd bibe jî heqê qul nayê efûkirin... Heta Resûlê Xwedê dema ji bo nimêja cenazeyê kesekî ku deynê wî heye hat vexwendin, gava bihist deynê wî heye nimêja wî nedatiriye. Ji ber vê yekê heqê qul pir girîng e. Wekî ku hûn zanin, di roja axiretê de pere, dînar û dirhem derbas nabin. Heqê kesên ku ketine bin mafê mirovan, bi xêrên ku qezenc kirine tê dayîn. Xwedê me neke ji muflisên qiyametê. Îflasa dinyayê derbas dibe lê îflasa li axiretê... Heke tu bi heqê qul herî wir, ji ber ku tu pere derbas nabe, ew xêrên ku te di warê manewî de qezenc kirine derbasî aliyê din dibin. Resûlê Xwedê di dawiya hedîsê de ji bo me şîretê dike ku ji ber ku tu tişt ji vî kesî re namîne, ew tê avêtin cehennemê.”
“Qezenca helal bereketê tîne, bazirganiya durust nûnertiya Îslamê dike”
Turgut destnîşan kir ku qezenca helal hem di warê kesane hem jî di warê civakî de destkeftiyên girîng peyda dike û wiha got: “Bêguman fêdeyên bazirganiya helal jî hene. Dibe sedema bereketa rîskê. Kêm be jî malê ku te bi awayekî helal qezenc kiriye, bereketa wî heye. Bi taybetî pêşniyara me ji bo birayên esnaf ên ku bi bazirganiyê re mijûl dibin ev e: Divê teqez ji sondxwarinê dûr bikevin, heta ku rast be jî. Çimkî Pêxemberê me ferman kiriye: ‘Malê ku bi sondê tê firotin bereketa wî nabe.’ Heta ku rast be jî divê mirov xwe ji firotina mal a bi sondê dûr bixe. Her wiha qezenca helal û durustiya di bazirganiyê de nûnertiya Mislimanan dike. Mislimanan bi vê yekê parzemîn feth kirine.
Bi taybetî welatên Rojhilata Dûr ên wekî Endonezya û Malezyayê bi şûr nehatin fethkirin. Bazirganên Misliman ên ku çûne wir, ji ber ku bedewî, durustî û exlaqê wan ê bazirganiyê dîtine, bi borîna demê re li wan nêrîne û fehm kirine ku ev dîn dînekî baş e û bi vî awayî ew herêm û hemû ew welat ketine nav Îslamê. Ji ber vê yekê, lûkseke wisa ya Mislimanekî nîn e ku bibêje: ‘Bazirganiya min e, ez ê wekî ku dilê min dixwaze tevger bikim.’ Di encamê de tu nûnertiya dînê Îslamê dikî û mirov li te dinêrin û Îslamê dipîvin. Ji ber vê yekê, tu yê fermanên dînê me yên wekî durustî, pêbawerî û veneşartina qusûrê yên di der barê bazirganiyê de bi cî bînî ku kesên ne Misliman an jî yên ku îman anîne lê Mislimaniyê bi temamî bi cî nayînin, li te binêrin û bêtir ji Îslamê û dînê Îslamê germ bibin.”
“Bazirganî jî îbadet e”
Turgut bal kişand ser wê yekê ku bazirganî ne tenê amûreke qezenckirinê ye, di heman demê de berpirsiyariyek e ku divê bi hişmendiya îbadetê bi cî were û got: “Bazirganî di heman demê de îbadetek e. Divê Misliman wisa bifikirin. Kesê ku li pey rîskê helal e, kesê ku ji bo zarok, mal û malbata xwe hewl dide rîskê helal bi dest bixe, divê wisa bifikire: ‘Tiştê ku ez dikim di eslê xwe de îbadet e.’ Jixwe dema ku hûn vê yekê bi hişmendiya îbadetê bikin, em dikarin bibêjin ku tu pirsgirêk nayên jiyîn. Di kultura me de di der barê qezenca helal, durustî û pêbaweriyê de gelek nimûne hene. Kultura me ya siftahê heye. Dema ku em li serdema Osmanî û serdemên beriya wê dinêrin, çarşiyên taybet hebûn. Heke di vê çarşiyê de zêrgerek hebûya, dukanên din jî hemû zêrger bûn. Heke qumaşfiroşek bûya, yên din jî hemû qumaşfiroş bûn. Heman hilber dihat firotin.
Di vê mijarê de çîrokek tê vegotin. Mişteriyek tê ba esnafekî ku qumaş difroşe û perçeyek qumaş dixwaze. Esnafê qumaşfiroş jî dibêje ku cîranê wî yê kêlekê hêj siftah nekiriye û mişterî berê cîranê xwe dide. Dema ku mirov rewşa me ya niha û rewşa Mislimanên wê serdemê dide ber hev, mirov bi rastî di nav heyretê de dimîne. Mixabin niha xwediyê dukanekî wisa teqez mişteriyê xwe naşîne ba cîranê xwe yê kêlekê. Mixabin birayên me yên ku hestiyariya wan a dînî heye jî nikarin vê bikin. Îşte di serdemeke ku hukmên dînê Îslamê dihatin jiyîn de, di bazirganiyê de xêrxwaziyeke (fidakariyeke) wisa hebû. Em kengî vê yekê bi dest bixin, wê demê di bazirganî û rîskê me de bereket çêdibe. Ji ber vê yekê, divê em taybetmendiyên baş ên di dînê Îslamê de yên der barê bazirganiya helal de her dem bînin ziman û di jiyana xwe de bi cî bînin da ku di bazirganiya me de aramî hebe.”