Li Amedê piştî şewata pirêza hişyariya şêniyên taxê: Şûşeyên araqê dibin sedema fikarê

Li Amedê piştî şewata pirêza hişyariya şêniyên taxê: Şûşeyên araqê dibin sedema fikarê

Şewata pirêza ku li Taxa Dokuzçeltikê ya li ser navçeya Yenîşehîra Amedê derket, bi destwerdana tîmên agahvemirandinê hat kontrolkirin. Şêniyên taxê îdîa kir ku şewat ji ber şûşeyên cameyî yên araqê yên ku li derdorê hatine hiştin derketiye.

Şewata pirêza ku li Taxa Dokuzçeltikê ya li ser navçeya Yenîşehîra Amedê derket, bû sedema tirsek (panîkek) kurt. Li ser agahdarkirinê, tîmên agahvemirandinê yên ku ji bo herêmê hatin sewqkirin destwerdan li şewatê kirin û agir hildan bin kontrolê. Dema ku tîm xebatên sarkirinê li herêmê didomînin, di şewatê de tu xisara giyanî çênebû.

Ji bo ku agir nekefe qadên derdorê, şêniyên taxê jî bi traktoran ketin tevgerê. Bi piştgiriya welatiyan re pêşî li pêşdeçûna agir hat girtin û bi vî awayî rê li ber karesateke girantir hat girtin.

Şêniyên taxê di îdîayên xwe yên der barê sedema derketina şewatê de bal kişandin ser şûşeyên cameyî yên araqê ku demeke dirêj e li herêmê hatine hiştin. Welatiyên ku îdîa kirin şewat ji ber ku tîrêjên rojê li ser şûşeyên cameyî bandora mercekê (geşkerê) çêkirine derketiye, diyar kirin ku di saetên şevê de li herêmê alkol tê vexwarin û derdor bi şûşeyên cameyî tijî ye.

Şêniyê taxê Mahmut Dursun diyar kir ku demeke dirêj e li herêmê pirsgirêka ewlehî û hawirdorê tê jiyîn û îdîa kir ku tevî ku gelek caran serî li rayedaran dane jî tedbîrên pêwîst nehatine girtin.

Dursun wiha got: “Heta sibehê li vir araqê vedixwin. Li her derî şûşeyên cameyî yên nîv mêtroyî hene. Ev şewat jî ji ber wan şûşeyên cameyî derket. Min gelek caran telefonî qereqolê kir lê kes nehat û destwerdan nekir. Qereqol tenê 500 metre dûrî vir e. Dema em telefon dikin dibêjin 'Em ê sibê destwerdanê bikin'. Vir qadeke bêxwedî nîn e, cihê ku divê bala xwe bidinê ye. Tevî vê yekê jî kes xwedî lê dernakeve. Ji ber van bûyeran min bi kêmanî 10 caran telefonî qereqolê kir. Ji min re gotin, 'Tiştekî te li vir heye, tu çima telefon dikî?' bertek nîşan dan. Encam li ber çavan e. Xwedê kir tîmên agirvemirandinê di wextê xwe de hatin. Heke nehatibana ev mal dê bişewitiya. Li vir nêzî 50 heywan hene. Kê dê hesabê vê bida?”

Dursun ê ku bang li rayedaran kir wiha got: “Divê dewlet welatiyên xwe bi tenê nehêle. Dema ku ez gilî li bal polîsan dikim, ji min re dibêjin 'Lê tu amirê mulkî yî?'. Na, ez welatî me. Ez li Yenîşehîra Amedê rûdinêm. Em naxwazin canê kesî bişewite. Li vir bi hezaran heywanan zerar dît. Şewat hîn jî dewam dike. Pênc wesayîtên agirvemirandinê hatin. Heke ew nehatibana karesateke gelekî mezin çêdibû, mirov dimirin. Amirê qereqolê ji min re got, 'Tu kî yî, çima ew qas telefon dikî? Bêzariya me çêneke.' Ez jî dibêjim ku; hûn peywirdarên ewlehiyê ne, bi bacên welatiyan mûçeyê (maaş) distînin. Xwedî li vê herêmê derkevin. Li vir mal hene. 20 metre nêzî malan wesayîtan park dikin, mirov tên û araqê vedixwin. Bila werin, wan şûşeyên cameyî yên hatine hiştin bi çavên xwe bibînin. Ev şewat ji ber wan şûşeyên cameyî derket.”

Ji aliyê din ve hat hînbûn ku sedema teqez a derketina şewatê dê piştî lêkolînê zelal bibe.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.