Amerîka destek da îddîaya siyonîstan lê Neteweyên Yekbûyî îddîayan red kir

Netanyahuyê serokwezîrêsiyonîst îddîa kiribû ku Îran xwedîyêbernameyeke veşartî ya nukleer e, piştî vê îddîayê Amerîka destek da vê îddîayê, lê Neteweyên Yekbûyî van îddîayan red kir.

Wezîra Karên Derve ya Amerîka Mîke Pompeo di daxuyanîya nivîskî ya ku belav kir destnîşan kir em tahaqquq dikin ku deq rast in û bi vê daxuyanîya xwe destekê da îddîayên Netanyahuyê sîyonîst ên derbarê Îranê de.

 Lê belê Temsîlkarê Bilind ê Polîtîqayên Ewlehîyê û Karên Derve  Federîca Mogherînî di daxuyanîya ku belav kir de îddîayên heyî yên siyonîstan red kir û destnîşan kir di warê lêkolînkirina bernameya nukleer a Îranê de rayedar bes Ajansa Enerjîya Atomê ya Navneteweyî ye û dû re wiha got: “Ajansa Enerjîya Atomê ya Navneteweyî heta niha raporteke ku ji 10 xalan pêk tê û tê de tê tesdîqkirina Îran wezîfeya xwe bi cî anîye weşandiye.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir