Amerîka dixwaze digel Rûsya li Sûrîyê Sykes-Picoteke nû îmze bike

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahîn derbarê êrîşên ku li Sûrîyê ji teref rejîma terorê siyonîstan ve li Îranê tên kirin de nirxandinan kir destnîşan kire Amerîka dixwaze digel Rûsya li Sûrîyê Sykes-Picoteke nû îmze bike.

Şahîn di nirxandina  ku kir de destnîşan kir  betalkirina peymana nukleer a ji teref Amerîka ve û êrîşên ku ji teref rejîma çeteya terorîst ve li Sûrîyê  li Îranê tên kirin bo rakirina astengên li ber tetbîqkirina “Projeya Rojhilata Navîn a Mezin” e.

“Piştî ku Îran ji Sûrîyê bê derxistin ew ê di navbera Amerîka û Rûsyayê de mîna peymana Sykes Picot peymanek bê îmzekirin”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir siyonîst ji xwe re damezrandina “dewleta îsraîl a mezin”  a ku navenda wê Rojhilata Navîn e kirine hedef û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Amerîka jî bo siyonîst bigihijin hedefên xwe ji wan re xizmet dike. Bo Îran ji Sûrîyê vekişe mudaxele tên kirin. Piştî ku Îran ji Sûrîyê bê derxistin ew ê di navbera Amerîka û Rûsyayê de mîna peymana Sykes Picot peymanek bê îmzekirin. Trump piştî Sûrîyê amadehîya mudaxelekirina li Îranê dike. Dema ku karê Amerîka bi Siûd re xera bû ew ê Siûdî jî tevlî hev bike. Amerîka bo axên di hedefê de ji teref siyonîstan ve bên îşxalkirin  amadehîyan dike.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû