Amerîka ne xwedî hêz e ku Îranê ji holê rake

Wezîrê Karên Derve yê Îranê derheqê gefên Amerîka de destnîşan kir “Amerîka ne xwedî hêz e ku Îranê ji holê rake.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyanîya xwe ya ku doh belav kiribûn de gefa ji holê rakirinê li Îranê xwari bû ku Muhammed Cevad Zarîfê Wezîrê Karên Derve yê Îranê bersiv da van gefxwarinên Donald Trump û got “Amerîka ger çekên kîmyeyî bi kar neyîne nikare Îranê ji holê rake.”

Trump di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe  ya medyaya civakî belav kir de destnîşan kir ew ê bi şiklê herî tund bersivê bidin êrîşa ku li hember wan bê kirin û dû re wiha got: “Êdî John Kerry û Obama tune ye.”

Trump di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Îran ji merhemetê fam nake, bes ji hêz û qewetê fam dike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn