Amerîka nîşaneya tundî, şer û qeyranê ye

Ayetullah Seyyîd Elî Hamaney destnîşan kir “Amerîka nîşaneya tundî, şer û qeyranê ye.”

Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyîd Elî Hamaney destnîşan kir “Amerîka nîşaneya tundî, şer û qeyranê ye û ev rejîm hebûna xwe her tim bi qeyran, tundî û şeran didomîne.”

Ayetullah Seyyîd Elî Hamaney Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê bi endamên Hêzên Asimanî yên Îranê re hat ba hev. Hamaney di hevdîtina ku hat kirin de derbarê Amerîkayê de nirxandinan kir û destnîşan kir “ Li Îranê dirûşmeya ‘Ji Amerîkayê re mirin’ tê avêtin ku ev yek ne ji bo xelkê Amerîka ji bo Trump, Bolton û Pompeo tê avêtin. Ango ev dirûşme ji bo lîderên Amerîkayê tê avêtin. Heta ku ev rezîltî û pîsîtîya Amerîkayê hebe ev dirûşme dê ji teref Îranîyan ve neyê jibîrkirin.”

Hamaney di berdewama axavtina xwe de diyar kir weke Amerîka divê bawerî bi Ewrûpayîyan jî neyê anîn ku wî berî niha vê yekê dîsa gotibû û îro jî netîceyên vê yekê di holê dene.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin