Amerîka ofîsa Rêxistina Rizgarîyê ya Filistînê ya li Washîngtonê girt

Amerîkayê emperalîst û dagirker ofîsa Rêxistina Rizgarîyê ya Filistînê ya li Washîngtonê girt.

Amerîkayê ku gavên terefdarîya rejîma îşxalker û siyonîstan hêj davêje îro ofîsa Rêxistina Rizgarîyê ya Filistînê ya li Washîngtonê girt û îddîa kir Birêveberîya Filistînê bi rejîma siyonîst re gotûbêjên rasterast û muhîm nake.

Di daxuyanîya ku ji teref Heather Nauertê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîka ve hat dayîn de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Di mijdara sala 2017an de ofîsa Rêxistina Rizgarîyê ya Filistînê ya li Washîngtonê ji bo ji hevdîtinên aştîyê(!) yên di navbera Filistîn û siyonîstan de re bibe destek hat vekirin; lê belê birêveberîya Filistînê bi rejîma siyonîst re gotûbêjên rasterast û muhîm nekir û plana aştîyê ya Amerîka şermezar kir.Di vê bergehê de Amerîka ofîsa Rêxistina Rizgarîyê ya Filistînê ya li Washîngtonê girt.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir