Avrupa Yetîm Elî li Bîdlîsê ji kesên feqîr û jar re alîkarî kir

Avrupa Yetîm Elîyê sazîyê alîkarîyê ya navneteweyî ye di bergeha xebatên alîkarîyên yên di meha remrezanê de li Bidlîsê ji kesên feqîr û jar re alîkarîya xurekê kir.

Avrupa Yetîm Elîyê ku sazîyê alîkarîyê ya navneteweyî ye û ji roja ku hatiye damezrandin vir ve xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne û hewl dide bibe dengê feqîr û jaran, di bergeha xebatên alîkarîyên yên di meha remrezanê de li Bidlîsê ji kesên feqîr û jar re alîkarîya xurekê kir.

Temsîlkarê Bidlîsê yê Avrupa Yetîm Elîyê  Şahabettîn Subaşi derbarê mijarê de diyar kir ew di bergeha projeya remezanê de li Bidlîsê ji gelek kesan re alîkarîya xurekê belav kirine.

Subaşi di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wan alîkarîyên ku ji teref Avrupa Yetîm Elî ve hatine şandin ji kesên feqîr re belav kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew malbatên ku me ji wan re alîkarî belav kir ji Avrupa Yetîm Elî re spas dikin û di xebatên wan de ji wan re serkeftinê dixwazin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn