Avrupa Yetîm Elî li Nîjeryayê ji zarokên feqîr re alîkarîya cil û bergan kir

Avrupa Yetîm Elîya ku sazîya alîkarîyê ya navneteweyî ye di bergeha xebatên meha Remezanê de li Nîjeryaya Efrîkayê ji zarokên feqîr re alîkarîya cil û bergan kir.

Avrupa Yetîm Elîya ku navenda wê li Almanya ye û sazîya alîkarîya ya navneteweyî ye di bergeha xebatên alîkarîyê yên remezanê de çû  Lagosa bajêra Nîjeryaya welata Afrîkayê û li wê derê dest bi xebatên alîkarîyê kir.

Li gorî alîkarîyên ku dê sazîyê re bên kirin ew jî alîkarîyên mîna adaq, eqîqe, kolîyê erzaqê, xwarina fitarê, vekirina bîra avê û cil û bergên îdê bê kirin.

Cahît Ataşê Temsîlkarê Kolnê yê Avrupa Yetîm Elî  derbarê xebatên alîkarîyê yên ku hatin kirin de daxuyanîya da. Ataş di daxuyanîya xwe de diyar kir ew li bajêra Lagosê ji malbatên feqîr û jar re bûne alîkar.

Ataş di berdewama axavtina xwe de diyar ew ji bo belavkirina alîkarîyan hatine vê derê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji bo alîkarîyan hatin Nîjeryayê. Me li vê derê bi alîkarîya xêrxwazan ji zarokên feqîr û jar re alîkarîya cil û bergan kir. Xweda alîkarîyên ku tên kirin qebûl bike. Ew ê hêj xebatên me yên alîkarîyê berdewam bikin.”

Ataş di dawîya axavtina xwe de bang li xêrxwazan kir da ku di vî warî de ew ji wan re bibin alîkar da ku ew wek komele karibin ji zêdetir kesên feqîr re bibin alîkar.

Kesên ku bixwazin bi Avrupa Yetîm Elî re bikevin pêwendîyê û alîkarîyê bikin dikarin ji ser malpera www.avrupayetimeli.com ê bi wan re bikevin pêwendîyê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê