Baca li ser hinek berhemên Amerîka hat zêdekirin

Digel qerara serokomar baca li ser hinek berhmên ku ji Amerîka tên îthalkirin hatin zêdekirin.

Qerara Serokomar a derbarê zêdekirina baca li ser berhemên ku ji Amerîka tên îthalkirin de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Her ku diçe qeyrana di navbera Amerîka û Tirkîyê de zêdetir dibe. Herî dawî Amerîka baca hinek berhemên ku ji Tirkîyê re tên firotin ji sedî 20-40 zêde kiribû ku Tirkîye doh bersiva vê mueyîdê da Amerîka û baca hinek berhemên Amerîkayî ji sedî sed zêde kir.

Li gor qerara ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, baca fêkiyên hişkirî ji sedî 20, baca birincê ji sedî 50, baca alkola etîl ji sedî 20, baca alkola bi lîkor ji sedî 140, baca tûtin û berhemên wê ji sedê 60, baca pvc ji sedî 50, baca amûrên makyajê ji sedî 60 û baca otomobîl û wesayîtên Amerîkayî ji sedî 120 hat zêdekirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû