Balafirên Boeîng 737 MAX dê nikaribin bikevin sehaya asimanî ya Tirkîyê

Wezareta Ragihandinê destnîşan kir balafirên Boeîng 737 MAX dê nikaribin bikevin sehaya asimanî ya Tirkîyê.

Ji teref Wezareta Ragihandinê ve hat destnîşankirin balafirên Boeîng 737 MAX 8 û 9 dê nikaribin bikevin sehaya asimanî ya Tirkîyê.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Ragihandinê ve hatiye belavkirin “Ji bo ewlehîya firînê bê tesîskirin balafirên Boeîng 737 MAX 8 û 9 dê nikaribin bikevin sehaya asimanî ya Tirkîyê.”

Muşavîrê Çapemenîyê yê THYê Yahya Ustun jî daxuyanîyek da. Ustun di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “ Di fîloya me de 12 heb balafirên Boeîng 737 MAX hene ku seferên wan ji 13ê Adarê pê ve hatin sekinandin.”

Ji bilî Tirkîyê welatên bi navê Etîyopya, Endonezya, Meksîka, Brezîlya, Hindîstan, Arjantîn, Sîngapur, Vîetnam, Çîn, Malezya, Umman, Koreya Başûr, Moxolistan, Fas, Afrîka Başûr, Avustralya, Almanya, Avusturya, Hollanda  Îngîltere jî seferên balafirên Boeîng 737 MAX dan sekinandin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin