Balafirên şer balafigeha li Trablusê bombebaran kirin: 25 mirî 80 birîndar

Li Trablusa Lîbyayê Balafirgeha Matîga ya Navneteweyî ji teref balafirên şer ve hat bombebarankirin. Di encama bomberanê de 25 kes jiyana xwe ji dest dan û 80 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Trablusa Lîbyayê Balafirgeha Matîga ya Navneteweyî ji teref balafirên şer ên ku girêdayê General Hafter in ve hat bombebarankirin. Di encama bomberanê de 25 kes jiyana xwe ji dest dan û 80 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Trablûsê balafirgeha ku vekirîbû bes ew bû û ew jî hatiye hedefgirtin.

Li Lîbyayê di navbera hêêzn Hafter û hêzên hikûmeta Trablûsê de her ku diçe dijwartir dibe.

Hafterê ku li hember Trablûsê  êrîş da destpêkirin bi dijberîya xwe ya li hêzên Îslamî tê naskirin.

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin