Banê kafeyê hilweşîya: Mirîyek û 7 birîndar

Li Bidlîsê banê kafeyekê ji ber berfa ku ji ser avahîyê ket hilweşîya, di encama bûyerê de kesek jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Bidlîsê banê kafeyekê ji ber berfa ku ji ser avahîyê ket hilweşîya, di encama bûyerê de kesek jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bûyer derdora seat 13.20an de li Bidlîsê pêk hat. Berfa ku li ser avahîya 5 qetî ket li ser banê kafeyekê û banê kafeyê hilweşîya. Di encama bûyera ku pêk hat de Tayfun Sulakê 22 salî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Walîyê Bidlîsê ve daxuyanîyek hat dayîn. Walîyê Bidlîsê Oktay Çagatay di daxuyanîya ku da de destnîşan kir di encama bûyera ku pêk hat de welatîyekî jiyana xwe jiyana xwe ji dest da û 7 jî birîndar bûn.

Walî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji 7 kesên ku birîndar bûne 3 kes leşker in û rewşa birîndaran tevan baş e.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin