Li salona Seid Ebdula a bajarê Hewlêrê, îro merasima bibîranîna 66emîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê li Mehabadê hat lidarxistin. Di merasimê de, serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, parlamenterên BDPê, siyasetmedarên kurd ji derve û navxweya Kurdistanê beşdar bûn.
Serok Barzanî, axaftina vekirina komcivînê pêşkêş kir û diyar kir, bîranîna avabûna Komara Kurdistanê, werçerxaneke girîng di dîroka kurdan de ye û derfetekî pir biha bû, lê temenê wê kurt bû lê dîsa, bandora heta roja îro maye û dê her bimîne.
Barzanî, got, bêyî ku ji gelê kurd bipirsên, welatê wan kirin 4 perçe, lê xebata me didome û dê her bidome heta ku em hebûna xwe û nasnameya xwe nîşan bidin. Helbet me nîşan daye lê niha divê em van destkeftan biparêzin û wiha pêde çû:
“Di heyama 100 salên borî de, tu hêzekî nekariye kurdan tune bike û miletê kurd qir bikin. Ev jî nîşan dide ku pirsa kurdî bi şer nayê çareserkirin û tenê bi şêwazên aştiyane û gotûbêjê tê çareserkirin. Niha mercên cîhanê tên guhertin, kurd jî dikare sûdê ji vê yekê bibîne û mafê xwe yê çarenûsê bi dest bixe.”
Serokê Herêma Kurdistanê, wiha domand, “Li gorî me, her perçeyeka Kurdistanê, taybetmendiyên xwe heye û li gorî wan taybetmeniyan dê mafên xwe bi dest bixe û dê bi gotûbêjê rijd be li ser mafên xwe. Pirsa me pirseke netewî ye. Yên ku dibêjin pirsa kurdî pirseke ayînî ye, xwe ji rastiyan dûr dikin.”
Barzanî, li bara îdiayên ku dibêjin “navbera pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî de nakokî hebûye” de jî wiha axivî, “Hinek kesên xwefiroş dixwazin dîroka kurd şêlû bikin ku qaşo navbera pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî de nakokî hebûye. Tiştekî wisa nebûye û dema Barzanî çûye Mehabadê bo bergiriya Komara Kurdistanê çûye û ji aliyê Qazî Mihemed û kurdên rojhilatê Kurdistanê ve bi germî hatiye pêşwazîkirin.”
Di dîroka kurdan de, roja 22ê Rêbendana 1946ê, Komara Kurdistanê li bajarê Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hatibû avakirin. Komara Kurdistanê nêzîkî 11 mehan berxwe da û roja 23ê Kanûna 1946ê ji aliyê artêşa Îranê ve hatibû hilweşandin.
Qazî Mihemed û 2 hevalên wî jî, 23ê adara 1947ê li meydana Çarçira ya Mehabadê hatibûn bidarvekirin. AKnews
Barzanî: Êdî dema rijandina xwîna kurd bi destê kurd çû
Serokê Herêma Kudistanê, Mesûd Barzanî, di komcivîna salvegera avabûna Komara Kurdistanê li Mehabadê de, got, welatên ku kurd tê de dijîn, gelek hewl dan kurdan tune bikin lê ser neketin û wiha axivî, “Êdî dema rijandina xwîna kurd bi destê kurd çû.”
İlk yorum yazan siz olun
Kurdî Haberleri
Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be