Dibe ku sedema êşa diranan ne ji ber dirana be

Dibe ku sedema êşa diranan ne ji ber dirana be

Mamosteyê Beşê Dr. Baki Meşe ku Pisporê Radyolojiya Dev, Diran û Çeneyê ye, diyar kir ku dibe ku sedema êşa diranan ne her dem ji ber diran bixwe be û destnîşan kir ku diranên cîran, kîst an jî tumur jî dikarin bibin sedema êşê.

"Radyolojiya 3-pêvanî û hişê destsar di dermankirina dênan de serdemeke nû vedike"

Mamosteyê Beşê Dr. Baki Meşe di derbarê rewşên ku tê de bi kar anîna runtgen û tomografiya sêpêvanî (3D) di bijîşkiya diranan de pêwîst e, rola rêbazên cuda yên wênekişandinê di tespîtkirinê de û tevkariya sîstemên analîzê yên bi piştgiriya hişê destsar (artificial intelligence) de daxuyanî dan.

Sedema êşa diranan dikare di herêmeke din de be!

Dr. Baki Meşe diyar kir ku dibe ku sedema êşa diranan her dem ne ji ber dênan bixwe be û got: "Diranên cîran, avahiyên anatomîk ên derdorê, kîst an jî tumör jî dikarin bibin sedema êşê. Ji ber vê yekê bi dîtina hemû çeneyê, di wêneyekî de hem dênan hem jî çene dikarin bên lêkolînkirin."

Dr. Meşe anî ziman ku ji bilî sedema êşa dirana, di herêmên cuda de tespîtkirina patolojiyên cihêreng jî dikare bête kirin û destnîşan kir ku retgena panoramîk ji ber van sedeman tê tercîhkirin.

Tomografiya sêpêvanî pêwendiya dênan û tevnsaziyên derdorê zelaltir nîşan dide!

Dr. Meşe bal kişand ser cudahiya di navbera retgena diranan a dupêvanî (2D) û tomografiya sêpêvanî (3D) de û wiha axivî: "Di wêneyên asayî yên dupêvanî de diran û çene di wêneyekî bi tenê de dikarin bên dîtin. Ji ber vê yekê di pîvanan de guherîn çêdibin. Her wiha di ser vê wêneyê bi tenê re pêwendiya avahiyên anatomîk û dênan her dem bi awayekî saxlem nayê nirxandin. Lê belê di tomografiyê de ji ber ku wêneyê sêpêvanî tê bidestxistin, pîvana rastîn a diran, pîvana rastîn a hestiyan û pêwendiya wan a bi avahiyên anatomîk re bi awayekî saxlem tê nirxandin û pîvandin tê kirin. Tomografiya sêpêvanî tenê di rewşên ku pêwîst de tê tercîhkirin."

Cih û kûrahiya kurmîbûna di navbera diranan de bi retgena Bitewingê tê diyarkirin!

Dr. Meşe da zanîn ku bi hin rêbazên muayeneyê re kurmîbûna di navbera dênan de bêyî retgenê dikare bête tespîtkirin, lê belê got: "Lê ev rêbazên klînîkî ne rêbazên ku her dem mirov serî lê bide ne."

Dr. Meşe bal kişand ser ku ji bo tespîtkirina zelal a kurmîbûna di navbera diranan de teknîkeke retgenê ya bi navê Bitewing tê bi kar anîn û anî ziman: "Bi vê retgenê re hem cih hem jî kûrahiya kurmîbûna navbera diran bi awayekî zelal tê famkirin."

Di kişandina dênê 20î de tomografiya sêpêvanî her dem ne pêwîst e!

Dr. Meşe diyar kir ku berî kişandina dênê 20î girtina tomografiya sêpêvanî ne şert e û got: "Divê cihê dênê 20î û rewşa wî ya di nav dev de mecbûrî bête berçavgirtin."

Dr. Meşe dubare kir ku di dênên 20î yên ku neketiye bin goşt de bi giştî pêwîstî bi tomografiyê nîn e û ev daxuyanî da: "Lê belê diranên 20î yên di bin goşt de dikarin di nav pêwendiyê de bin bi avahiyên anatomîk ên derdorê re û kişandina wî dênî dikare avahiyên anatomîk bixe bin rîskê. Ji ber vê yekê eger rîskek wiha hebe, divê tomografiya sêpêvanî bête girtin û pêwendiya wî ya bi avahiyên anatomîk re bête nirxandin û plan kirin."

Ji bo nexweşên ku dilê wan li hev diçe rêbazên cuda yên wênekişandinê tên bi kar anîn!

Dr. Baki Meşe anî ziman ku di nexweşên ku refleksa zivirîna dil (dilnexweşî) heye de heta ku ji dest tê kêm serî li retgena hundirê dev tê xistin û got: "Bi kar anîna fîlm an sensora piçûktir, bi lez girtina fîlm, ji poz bîhnstandin û sazkirina pozîsyona guncan a nexweş dikare di vê mijarê de bibe alîkar."

Lê belê Dr. Meşe bi bîr xist ku di nexweşên ku refleksa zivirîna dil ti carî derbas nabe de rêbaza bi tenê ne runtgena hundirê dev e û anî ziman ku bi serlêdana rêbazên cuda yên wênekişandinê encama ku tê xwestin di ser van wêneyan re dikare bête bidestxistin.

Hişê destsar di retgena diranan de di tespîtkirina kurmîbûn û windabûna hestî de dibe alîkar!

Dr. Baki Meşe di derbarê bi kar anîna sîstemên analîzê yên bi piştgiriya hişê destsar di bijîşkiya dirana de jî axivî û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: "Sîstemên bi piştgiriya hişê destsar roj bi roj di her qadê de pêş dikevin. Yek ji van qadan jî bijîşkiya dênan e. Bi taybetî di qada radyolojiyê de analîzkirina di ser retgenê re bi lez belav dibe. Bernameyên ku di vê qadê de tên bi kar anîn di tespîtkirina kurmîbûn, windabûna hestiyan û tespîtkirina patolojiyên cihêreng ên di retgenê de dibin alîkar. Lê belê ev sîstemên ku di qonaxa pêşketinê de ne, divê mecbûrî bin kontrola bijîşk de pêş bikevin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.