Bavê 4 şehîdên Sûsayê çû rehma Xwedê

Hecî Mistefa Fîdanciyê bavê 4 şehîdên Sûsayê yên ku di sala 1992an de li Sûsayê ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin wefat kir.

Hat ragihandin Hecî Mistefa Fîdanciyê bavê 4 şehîdên Sûsayê yên ku di sala 1992an de li Sûsayê ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin li nexweşxaneya ku lê hat rakirin wefat kir.

Merhûm Hecî Mistefeyê ku ev bû demek ji ber nexweşîya xwe li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dihat tedawîkirin digel temamê midaxeleyan çû rehma Xwedê.

Di sala 1992an de ji teref PKKyîyan ve 4 lawên Hecî Mistefa Fîdanci di Camîya Sûsayê de hatin şehîdkirin. Hat hînbûn ew ê merhûm li ba lawên xwe bê definkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir
Li Cizîrê zêr û pereyên biyanî yên qaçax hatin desteserkirin
Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!