Bavê Şehîd Hanefî Poyraz rehmet kir

Huseyîn Poyrazê bavê Şehîd Hanefî Poyraz li Yalovayê digel temamê midaxeleyan li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin çû rehma Xwedê.

Hat ragihandin Xalê Huseyîn ji ber ku bi şoba Coronayê ketibû li Yalovayê di nexweşxaneyeke taybet de dihat tedawîkirin ku hat hînbûn digel temamê midaxeleyan rehmet kir.

Xalê Huseyînê ku ehemîyet dida îbadet û taatên xwe ji teref nasên xwe ve li Yalovayê hat definkirin.

Şehîd Hanefî Poyraz kî ye?

Şehîd Hanefîyê ku lawê Xalê Huseyînê ku wefat kir e di sala 1973yan de li Farîqna Diyarbekirê ji dayik bû. Hanefîyê ku hêj li dibistana navîn doza Îslamê nas kir di oxira Îslamê de micadeleyeke xweş û geş da û xwedî exlaqeke xweş û baş bû. Şehîd Hanefî di 18ê Îlona 1992yan de dema ku digel hevalên xwe diçû mala xwe ji teref PKKyîyên ku dijmintîya Îslamê dikirin ve hat şehîdkirin.


















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne
Ajokar birîndar bû
Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî