Hevserokê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş da diyarkirin ku gumana gurkirin û bilindkirina şer li cem wan tevan heye. Li hola mêhvandariya Şaredariya Diyarbekirê ya mezin; Selahedîn Demîrtaş, Ahmet Turk û Aysel Tugluk bûyer û rûdanên pîrozbahiyên Newrozê nirxandin. Demîrtaş di vê der barê de got "Bila AKP'ê li cihekî din li tawanbaran negere. Ez helwêsta gelê me ya li dijî helwêsta qedexekirinê pîroz dikim." Demîrtaş da diyarkirin ku 2 milyon Kurd tevlî vê pîrozbahiyê bûn, 500 kes birîndar bûn, 700 kes jî hatin binçavkirin û got ku gelê Kurd îradeya xwe a nayê hejandin derxiste holê. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş bal kşand ser hevdîtina ligel AKP'ê kirîn û got "Ji bo ji nûve muzakereya hatî rawestandin careke din bê dest pêkirin me hevdîtin kir. Me got em amadene înîsiyatifê têxin destê xwe , ger çareseriyeke AKP'ê hebe me xwest parve bikin. Lê bersiva wan ev bû; 'Me pirsgirêka Kurdî çareser kir, konseptî ewlekariyê bi serkeftin derbas bû. Piştî vê demjmêrê şûnda tiştek nîne bê axivitin. Em ê siyaseta xwe ya ewlekariyê bikar bînin.' Di turikê AKP'ê de girêdayî Kurd, tiştekî bidin Kurdan, girêdayî demokrasiyê piçek jî nîne bide. Di vê hevdîtinê de tenê gotin ku operasyona leşkerî encam daye." Demîrtaş der barê çareserkirina pirsa Kurdî de 5 bend rêz kirin. Bendên ku behs kirîn ev in:
1. Hemû operasyonên leşkerî bêne rawestandin. 2. Tecrîda ser Ocalan bê rakirin û mercên ku ew tevlî hevdîtina muzakereyê bibe bê afirandin. 3. Hemû rengên operasyonên siyasî bi dawî bibin. 4. Ji bo pêvajoya muzakereyê neyê birîn û asteng kirin ji siyasî û sivîlan Konseya Aştiyê bê avakirin û berpirsê di destê parlemento de be. 5. Astengiyên li pêşiya têkoşîna bi terorê û dadgehên taybet bêne rakirin û bi azadî bê gotûbêj kirin. Lê Demîrtaş da diyarkirin ku desthilatdarî neku ji wan muxatib dixwaze, ew hevalbendî û teslîmiyetê ji wan dixwazê û ev vê yekê tucarî qebûl nakin. (avesta)