Berdevkê AK Partîyê Unal: Leşkerîya bibedel di rojevame de tineye

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partîyê Mahîr Unal îfade kir ku di rojeva AK Partîyê de leşkerîya bibedel tineye.

Berdevkê AK Parîyê Unal beşdarî bernameya televîzyonekê bû û li ser pirsa “Leşkerîya bibedel heye” an na îfade kir ku tiştekî wisa di rojeva me de tineye.

Piştî Serokwezîr Bînalî Yildirim di warê leşkerîya biberdel de gotibû ‘ez li eskerîya biberdel wek erênî dinerim’ Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partîyê Mahîr Unal derbarê nirxandina serokwezîr de axivî.

Unal, îfade kir ku daxuyanîya Serokwezîr fikra wî ye û di warê leşkerîya bibedel de tu xebatên AK Partîyê tineye û tiştekî wisa di rojeva me de jî tineye.”

ÎLKHA


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn