Nîştecîyên ku li Qabilcewza Êlihê dijîn di wan çend salên berî niha de debara xwe bi tûtinê dikirin, lê piştî ku tûtin hat qedexekirin re nîştecih ji wê rojê ve berê xwe dan çandina tûfrengîyan.
Hakan Doganê ku bi karê tûfrengîyê mijûl dibe derbarê mijarê de diyar kir ew di wan zevîyên li ber malên xwe de tûfrengîyan diçînin û serê şeveqê dest bi berhevkirinê dikin û hate êvarî ev karê berhevkirinê berdewam dike.
Dogan di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de diyar kir ew ditirsin ku bi teyrokeke ku bibare keda wan tev heba bibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî bê 7-8 salan me tûtinê diçand. Tûtin hat qedexekirin, niha me dest bi çandina tûfrengîyan kir. Tûfrengî baş e. Ger teyrok nebare û qeşa nekeve, hasad baş e. Cotkar ji ber qeşa û teyrokê pergala serayê daxwaz dikin. Lê me kir nekir vê pergalê nedan me. Bi vî awayî mehsûlê me di bin rîskê de ye. Niha rewşa zevîyên me baş e, lê belê ger teyrokek bibare ew ê tev zirarê bibînin. Ji ber vê yekê em pergala serayê dixwazin.”
“Kîloya tûfrengîyan bi 3-4-5 TL tê firotin”
Dogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir malbatek bi şikleke rihet dikare debara xwe bi pergala serayê bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berhevkirina trûfrengîyan nû dest pê kir. Em îsal bi izna Xweda mehsûleke baş hêvî dikin. Demsal xweş derbas dibe. Em ê hetanî 25 rojan mehsûlê berhev bikin. Piştî wê ew ê nêzî mehek navber bê dayîn. Piştî wê ew ê di demsala havînê berhevkirina wan dest pê bike. Elbet mehsûla bihar û havînê ne wek hev e. Em tûfrengîyan difiroşin bajarên derdorê tevan. Exlebe em difiroşin bajarên mîna Erzerom, Êlih, Wan, Mûş û Diyarbekirê. Carnan em dişînin derveyî welêt. Sala borî me 3 TIRan şand Îtalyayê. Îsal hêj telebeke wisa tuneye. Kîloya tûfrengîyan bi 3-4-5 TL tê firotin.”
ÎLKHA