Bernama Çavûşoglû ya li Elmanya hat îptalkirin

Bernama Wezîrê Karûbarên Derve Çavûşoglû ya ku dê ji bo kampanyaya hilbijartinê li Elemanya çêbikira hat betalkirin.

Bernama Wezîrê Karûbarên Derve Mevlût Çavûşoglû ya li Elmanya hat betalkirin. Dihat xwestin ku Mevlût Çavûşlûglû di 29ê Gulanê de beşdarî bernama bîranîna qetlîama Sonlîngenê bibe û li wir axavtinekê bike, lê belê ev daxwaz ji teref Meclîsa Eyaleta Ren Vestfalya ya Bakûr ve hat îptalkirin.  

Serokê Giştî yê meclîsa Eyaleta SPD Thomas Kutschaty îfade kir ku bernama Çavûşoglû ji ber propoganda hilbijartinê hatîye betalkirin.

Serokê Grûba Partîya Yeşîllera Monîka Duker îfade kir ku: “Pêşkêşkirina parlamentoya eyaletê ji bo temsîlkarê rejîma Tirkîye ya otokratîk dê biba peyameke kuştinxwaz.”

Wezîrê Karûbarên Derve Mevlût Çavûşoglû de beşdarî bernama bibîranîna qetlîama Solîngen ya dê di 29ê Gulanê de bê çêkirin bibe.

Qetlîma Solîngen di sala 1993yan de li bajarê Solîngena Elmanya avahîyek 5 welatîyên Tirkyeyê têdebûn ji teref nijadperestên Alman ve hatibû şewitandin û 5 welatîyên Tirkîyeyê jiyana xwe ji dest dabûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir