Bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” dest pê kir

Bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya ku ji teref Koordînatorîya Bajêra Diyarbekirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve dihat tertîpkirin bi beşdarbûneke zêde dest pê kir.

Hat ragihandin bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya bi mijara “Hz.ç Muhammedê Rêberê Edalet û Exlaqê” ya ku ji teref Koordînatorîya Bajêra Diyarbekirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Qada Mîtîngê ya Newrozê dihat tertîpkirin bi beşdarbûneke zêde dest pê kir.

Berîya bernamê nimêja nîvro bi cemaat hat kirin û di seat 13.00an de bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur’ana Kerîm bênavber selewat û tekbîr hatin anîn û dû re mewlûd hat xwendin.

Ji çar parçeyên Kurdistanê û ji gelek welatan alim, rsîpîx, siyasetmedar û temsîlkarên komeleyan beşdarî bernamê bûn.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam dema ku hat qada mîtîngê silav da mêvanên ku ji derve hatibûn û yek bi yek pirsa wan kir.

Di berdewama bernamê de îlahî hatin vegotin û axavtin hatin kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn