Li taxa Mûradiyeyê ya navçeya Rezanê (Baglar) a Diyarbekirê, li kolana 159an piştî ku ji aliyê tîmên şaredariyê ve avahiyên kavil hatin hilweşandin, moloz û hafriyatên ku li cihê xwe man, bûn sedema bertekan.
Tevî ku xebatên hilweşandinê qediyabûn jî, welatiyekî taxê diyar kir ku enkaz nehatiye rakirin û bi dîmenên ku bi kameraya telefona destan kişand, bal kişand ser vê rewşê. Welatiyên taxê diyar kirin ku tevî ku 10 roj di ser hilweşandinê re derbas bûn jî moloz nehatine rakirin û hafriyat hê jî li ber malên li derdorê ye.
Welatiyê taxê da xuyakirin ku ji bilî paqijkirina enqaza avahiyên metruk ên ku hatine hilweşandin, hin avahî jî nîvco hatine hiştin û anî ziman ku ev rewş dibe sedema pirsgirêkên ewlehiyê jî.
Welatiyî destnîşan kir ku diz dikevin wan avahiyên navborî û da zanîn ku welatiyên taxê hem ji aliyê qirêjiya jîngehê ve û hem jî ji aliyê ewlehiyê ve rûbirûyî mexduriyetê ne.
Welatiyê taxê xwest ku moloz û hafriyatên ku piştî xebatên hilweşandinê li paş mabûn divê di zûtirîn demê de bên rakirin û avahiyên ku nîvco hatine hiştin jî divê bên ewledarkirin.