Mesrûr Barzanî: Em ê hemû bajarên Kurdistanê bi hev ve girê bidin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma vekirina projeya stratejîk a rêya (Korê – Şeqlawe – Qendîl) de, gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ji bo vekirina vê rêyê anî ziman û got, “Ez gelekî kêfxweş im ku îro bi we re me ji bo vekirina vê rêya dusedî ya di navbera Pîrmam, Şeqlawe, Maweran û Kawaniyanê de, ku ev dever bi hev ve girê da.”
Barzanî bal kişand ser zehmetiyên erdnîgariya deverê û got, “Şeqam û caddeyeke gelekî ciwan û rêkûpêk çêkirine. Her çend birîn û tijîkirina newal û çiyayan karekî gelekî sext bû jî, lê li gorî pîvanên navdewletî bi rengekî gelekî baş hatiye temamkirin. Ji bo vê xebata hêja, ez destxweşiyê li kompanyaya North Light dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.”
Mesrûr Barzanî tekez kir ku armanca kabîneya wan ew e ku hemû rêyên Kurdistanê bigihînin vê astê û got, “Hêvîdar im em karibin hemû rêyên Kurdistanê di asteke bi vî rengî ya baş de çêbikin û bajarên xwe bi hev ve girê bidin; ev yek dê çûnûhatina welatiyan, hatina geştiyaran, karûbarên bazirganiyê û gihandina navendên me gelekî hêsan bike û dema rêwîtiyê kêm bike.”
Barzanî got, “Tiştê cuda ya di vê rêya dusedî de ku min hest pê kir ew e ku awaza sirûda neteweyî ya ‘Ey Reqîb’ li ser caddeyê hatiye çêkirin; bi vî rengî ku heke hûn bi leza 80 km/s ajotinê bikin, hûn ê guhdariya awaza Ey Reqîbê bikin, ev bi rastî tiştekî pir ciwan e. Hêvî dikim hûn vê ezmûnê biceribînin, lê bi awayekî hêdî û bêpirsgirêk.”
Di dawîya axaftina xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz ji welatî û şofêran kir ku ji bo parastina jiyana xwe û xelkê pabendî rêzikên trafîkê bin û got, “Pîroz be li xelkê vê deverê û hemû Kurdistanê. Her serkeftî bin û Kurdistana me her tim ava be.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.