Li Agiriyê cihên bilind spî bûn
Li navçeya Avkevirê (Taşlîçay) ya Agiriyê berfa ku di demjimêrên rojê de dest pê kir bandora xwe nîşan da. Li Deriyê Çiyayê Tendûrekê jî ji ber mercên neyînî yên hewayê veguhestin car caran bi awayekî neyînî tê bandorkirin.
Li seranserê Agiriyê hewaya sar ku bandora xwe nîşan da, li deverên bilind ciyê xwe da berfê.
Li gundê Şemîyê ku yek ji cihên niştecihbûnê yên bilind ên girêdayî navçeya Avkevirê (Taşlîçay) ye, berfa ku di demjimêrên rojê de ji nişka ve rabû, di demeke kurt de li seranserê gund bandora xwe çêkir. Bi barîna berfê re banên malan, zevî û rê di demeke kurt de bi kirasê spî hatin nixumandin.
Piştî baranê Muxtarê Gundê Şemîyê Îsa Samancî daxuyanî dan û diyar kir ku demsala zivistanê zû xwe da hîskirin û ev tişt anîn ziman: "Berfa ku di demjimêrên rojê de ji nişka ve barî, gundê me bi tevahî spî kir. Ji ber ku em di cihekî bilind de ne, şert û mercên zivistanê li cem me hinekî zûtir û dijwartir derbas dibin. Weke gundî em amadekariyên xwe didomînin."
Li Deriyê Çiyayê Tendûrekê yê ku di navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û navçeya Ebexê (Çaldıran) Wanê de cih digire jî, berfeke zêde û bagerê bandor kir.
Ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê di veguhestinê de car caran qutbûn û pirsgirêk çêdibin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.