Berxwedan dê qebûl neke ku xelkê wî bêderman û birçî bimîne

Endamê Yekîneya Sîyasî yê Hamasê Dr. Mahmud Zehhar destnîşan kir “Berxwedan dê qebûl neke ku xelkê wî bêderman û birçî bimîne.”

Dr. Mahmud Zehharê Endamê Hareketa Berxwedana Îslamî yê Filistînê  derbarê êrîşên ku di van mehên dawî de ji teref siyonîstên terorîst ve tên kirin de nirxandinan kir û balan kişand li ser berxwedana xelkê Filistînê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Berxwedan Filistînê xwedî hêz e ku ev hêz dikare dorpêça birêveberîya îşxalê bişkîne.”

Zehhar di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Berxwedan dê qebûl neke ku xelkê wî bêderman û birçî bimîne, ew ê nehêlê malên xelkê tarî bimînin, ew ê nehêlê xelk bêmaaş bimîne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn