Berxwedana Filistînê wezîrê siyonîstê terorîst da îstîfakirin

Digel agirbesta ku piştî berxwedana komên berxwedanê ya Filistînê ya li dijî siyonîstên terorîst hat îmzekirin, Avîgdor Lîebermanê qaşo wezîrê parastinê yê rejîma îşxalker îstîfa kir.

Bi navbeynkarîya Misirê di navbera komên berxwedanê yên Filistînê û siyonîstên terorîst û dijmin de di warê agirbestê de lihevkirin çêbû. Digel agirbesta ku piştî berxwedana komên berxwedanê ya Filistînê ya li dijî siyonîstên terorîst hat îmzekirin Avîgdor Lîebermanê qaşo wezîrê parastinê yê rejîma îşxalker îstîfa kir.

Lîebermanê siyonîst di daxuyanîya ku da de îtîraf kir rejîma siyonîst li ber roketên ku ji Xazzê hatin avêtin zeîf mane û ew ê agirbest zirarê bide wan bi xwe

Berdevkê Hamasê Zuhrî: Ev yek bo  Xazzê zafereke siyasî ye

Samî Ebû Zuhrîyê Berdevkê Hamasê derbarê mijarê de diyar kir îstîfaya Lîebermanê siyonîst  bo Xazzê “zaferek siyasî ye” ku ev yek tê wateya rejîma siyonîst nikare bi berxwedana Filistînê re micadele bike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû