Beşeke avahîya metrûk hilweşîya: 3 zarok birîndar bûn

Li Sêrtê ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn beşeke avahîya metrûk hilweşîya, di encama hilweşînê de 3 zarok birîndar bûn.

Hat ragihandin li Sêrtê ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn beşeke avahîya metrûk hilweşîya, di encama bûyera ku li ser Kolana Abdurrahman Kavak pêk hat de 3 zarok di bin avahîyê de man û birîndar bûn.

Bûyer doh derdora seat 16.00an de li ser Kolana Abdurrahman Kavak pêk hat. Piştî  hilweşînê yekîneyên rizgerkirin û lêgerînê hatin sewqkirin cihê bûyerê. Di encama lêgerîna ku hat kirin de  3 zarokên bi navê Ekrem Yildirim(10), Mustafa Sezgîn(11) û mucahîd Yildirim(11) ji bin avahîya ku di ser wan de ketibûn hatin derxistin.

Zarokên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û rewşa wan niha baş e.

Polêsan derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin. Walîyê Sêrtê jî zarokên birîndar li nexweşxanê ziyaret kir.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin