Li Xirbê Sitîla gundê Çinarê komek pîrek ên ku li deşt, newal û banîyan kizwanan berhev dikin dixwazin ji debara malbatên xwe re bibin alîkar.
Pîrekên Xirbê Sitîlî yên ku berî roj bavêjê ji gund derdikevin û berê xwe didin herêma ku darên kizwanên lê hêşîn bûne heta wextên êvarî dixebitin û rojane 10-15 kîlo kizwan berhev dikin.
Pîreka bi navê Gulhan Gursol a ku karê berhevkirina kizwanan dike derbarê mijarê de diyar kir ew piştî nimêja şeveqê ji malê derdikevin û heta ber êvarî kizwanan berhev dikin; lê belê beramberê te’ba xwe nastînin.
“Kizwan di çêkirina gelek tiştên mîna qahwe, sabûn û dermanan de tê bikaranîn”
Cahîde Yoruka ku zarokên xwe yên mezin digel xwe dibe berhevkirina kizwanan derbarê mijarê de diyar kir sala borî kîloya kizwanan bi 4 wereqeyan bû û ew hêvî dikin îsal kîloya wê bibe 5 wereqe.
Yoruk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em 5-6 kîlometreyan ji gund dûr dikevin û li herêma çiyayî dimeşin. Em kizwanên ku berhev dikin difiroşin. Kizwan di çêkirina sabûn, qahwe, derman û gelek tiştên din de tê bikaranîn.”
ÎLKHA