Li Diyarbekirê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi beşdarbûna bi sedhezaran kesan bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî” hat tertîpkirin. Jin û mêr, biçûk û mezin, ciwan û extîyar, rayedarên partîyên sîyasî, sazîyên civakî yên siwîl beşdarî bernamê bûn. Her wisa alim û mêvanên ku ji 4 parçeyên Kurdistanê hatibûn vexwandin jî beşdarî bernamê bûn.
Di dema bernamê kelecana beşdarvanan û hezkirina wan a Hz. Muhammed xwe di rûyên wan de nîşan dide. Kesên ku beşdarî bernamê bûn tekbîr û selewatan anîn û axavtinên kesên axavtvan guhdar kirin.
Di bernamê de îlahî û marş hatin vegotin û derbarê ehemîyet û girîngîya pêxemberê dînê Îslamê Hz. Muhammed de axavtin hatin kirin.
ÎLKHA