Bi dîmenan pîrozbahîya îdê yali Diyarbekirê hat tertîpkirin

Li Diyarbekirê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve pîrozbahîya îdê ya ku her sal tê tertîpkirin û bûye wek kevneşopîyekê îsal jî hat tertîpkirin.

Koordînatorîya Platforma Evîndarên Pêxember  wek her sal îsal jî bi beşdarbûna girseyeke qelebalix li Diyarbekirê bernameya pîrozbahîya îdê terîtp kir. Xelkê bajêr eleqeyeke mezin nîşanî bernameyê da. Wekî din  Namzedê Xweser ê Diyarbekirê Zekerîya Yapicioglu, Arîkarê Serokê Giştî yê  HUDA PARê Huseyîn Yilmaz, Serokbajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Metîn Kaya, rayedarên platformê, naskirîyên şehîdan û temsîlkarên sazîyên civakî yên siwîl beşdarî bernamê bûn.

Di bernamê de selewat û tekbîr hatin anîn û kesên ku beşdarî bernamê bûn îda hevdû pîroz kirin. Piştî pîrozbahîyê Endamê GÎKê yê HUDA PARê Vedat Turgut derbarê ehemîyeta rojevê de axavtinek kir û destnîşan kir ku ev eyd bila bibe wesîle ku alema Îslamê ji xewa xefletê hişyar bibe û cardin bibe xwedî izzet û bila bibe wesîleya yekîtîya alema Îslamê.

ÎLKHA






























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mala îxtîyaran de bi kêrê êrîş: 2 mirî, 1 birîndar
Li Diyarbekirê 173 kîlo esrar hat bidestxistin
Li xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin
Di jenosîda li Xezzeyê de 34 hezar û 622 kes şehîd bûn
Li Rihayê piştî limêja înê ji bo Saklananê şehîdê Qudsê daxuyanî hat xwendin