Bi hezaran Filistînî beşdarî merasîma definkirina şehîdan bûn

Filisîtînîyên ku di êrîşên siyonîstên terorîst de şehîd bûbûn bi beşdarbûna bi hezaran kesên Filistînî hatin oxirkirin.

Li gorî agahîyan di êrîşên ku ji roja înê vir ve ji teref siyonîstên terorîst û îşxalker ve li Xazzê tên kirin de her ku diçe hejmara şehîd û birîndaran zêde dibe. Li gorî agahîyên dawî di encama êrîşên ku 3 rojan berdewam kirin de 27 Filistînî şehîd bûn û 150 Filistînî jî birîndar bûn.

Bi hezaran Filisîtînîyên ku di êrîşên siyonîstên terorîst de şehîd bûbûn bi beşdarbûna bi hezaran kesên Filistînî tên oxirkirin. Şehîdên ku li ser wan nimêja cinazê hat edakirin li herêmên cûda yên Filistînê hatin definkirin.

Li gorî daneyên ku ji teref rayedarên Xazzeyî ve hatiye belavkirin siyonîstên terorîst û îşxalker ji roja şemîyê vir ve tevde 295 êrîş bir li ser Xazzê.

Di encama êrîşên ku hatin kirin de 18 avahî bi temametî xera bûn û 10 mal jî bûn hedefê roketan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê