Bi hezaran Xazzeyî xwe berdan kolanan û Mahmûd Abbas protesto kirin

Ji ber ku Abbas maaşên malbatên şehîd û êsîran qut kir bi hezaran Filistînî xwe berdan kolanan

Li gelek herêmên Xazzê ji ber ku Abbas maaşên malbatên şehîd û êsîran qut kir, dorpêça li ser Xazzê girantir kir û ji ber helwesta wî ya derheqê Xazzê de bi hezaran Filistînî xwe berdan kolanan û qerara Abbas protesto kirin.

Xwepêşana herî mezin li li Kampa Penaberan a Cîbalîyayê hat lidarxistin. Bi hezaran  Filistînîyên ku di kampan de dimînin ji ber helwest û qerarên Mahmûd Abbas xwe berdan kolanan û helwest û qerarên Abbasî protesto kirin.

Xwepêşeke din jî li Kampa Penabera a Eş-Şatî û li bajara Refahê hat kirin. Xwepêşdarên ku li van her du herêman jî xwe berdan kolanan  pankart vekirin û dirûşmeyan avêtin û xwestin ku Mahmud Abbas terka îdarê bike û dawî li amborgaya li ser Xazzê bê anîn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e