Bi maaşa xwe ya astengdarîyê ji qîza astengdar re kursîya bi teker stand

Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkarîyê ya bi Astengdaran reÎdrîs Kalenderoglu ji qîza astengdar re bi maaşa xwe ya astengdarîyê kursîya bi teker stand.

Îdrîs Kalenderogluyê Serokê Komeleya PIştevanî û Alîkarîyê ya bi Astengdaran re , li Silopîya Şirnexê ji qîza bi navê Pelîn Tokaya ku weke wî astengdar e re, bi maaşa xwe ya astengdarîyê kursîya bi teker stand.

Berî niha Îbrahîm Tokayê ku bavê Pelîn Tokay bû hewl dabû da ku ji qîza xwe re kursîya bi teker bistîne, lê bi ser neketibû. Îdrîs Kalenderogluyê Serokê Komeleya PIştevanî û Alîkarîyê ya bi Astengdaran re , li Silopîya Şirnexê ji qîza bi navê Pelîn Tokaya ku weke wî astengdar e re, bi maaşa xwe ya astengdarîyê kursîya bi teker stand û berê xwe da mala Pelîn Tokaya astengdar.

Dema ku qîzika bi navê Pelîn li hember xwe kursîya bi teker dît şaş ma û kêfxweş bû.

Bav Îbrahîm Tokay derbarê mijarê de diyar kir “Berî niha min bo qîza xwe ya astengdar kursîya bi teker teleb kiribû. Mala kekê Îdrîs ava be ku bo me hedîye kir. Xweda jê razî be.”

Îdrîs Kalenderogluyê Serokê Komeleya PIştevanî û Alîkarîyê ya bi Astengdaran re jî derbarê mijarê de diyar kir dil dixwast ku ne bes bo kesekî/ê astengdar bo 10 kesan karibana alîkarî bikirana.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn