“Bi perwerdehîya zimanê zikmakî welat dabeş nabe”

Aydin Gokê kubalan kişand li ser meseleya Kurd û destnîşan kir bi zimanê zikmakî welat xera nabe û hilnewaşe.

Aydin Gokê Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Êlihê yê ku HUDA PAR piştgirîyê didiyê di vekirina lokala hilbijartinê ya navendî de axavtinek kir. Gok di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser meseleya Kurd û destnîşan kir bi zimanê zikmakî welat xera nabe û hilnewaşe.

Li Êlihê lokala hilbijartina ya bo Aydin Gokê Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Êlihê yê ku HUDA PAR piştgirîyê didiyê hat vekirin. Arîkarên Serokê Giştî, Endamên GÎKê, Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê û gelek welatî beşdarî bernameya vekirina lokala hilbijartinê bûn.

 “Bi perwerdehîya zimanê zikmakî dabeş nabe”   

Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Êlihê Aydin Gok di bernameya vekirina lokalê de axavtinek kir û derbarê mijarê de di rojevê de nirxandinan kir. Gok di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser maf û heqên Kurdan û wiha got: “ Meseleya Kurdan encax bi yekîtî û digelhevîyê bê çareserkirin. Ger hûn bibêjin birayê me yê/a Tirk xwedîyê çi mafî be bila bi heman awayî Kurd û Ereb jî bibin xwedîyê wan mafan dê mesele ji xwe me re çareser bibe. Werin em bi perwerdehîya bi zimanê zikmakî dest vê yekê bikin û bo vê meselê bibêjin Bismillah. Em wê Kurdîya ku ji teref 10-15 miyon welatîyên me  ve tê axavtin wek heq bidin wan. Bi perwerdehîya zimanê zikmakî dabeş nabe û dê qiyamet jî ji ber vê yekê ranebeç Ew ê ev yek dê însanan bi hev ve girê bide.”

ÎLKHA
































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû