Bi sed hezaran însan ji ber qirêjîya hewayê mirin

Li gor raporta Ajansa Hawirdorê ya Ewrûpayê, di sala 2015an de li tevahîya Ewrûpayê bi sed hezaran însan ji ber qirêjîya hewayê mirin.

Ji teref Ajansa Hawirdorê ya Ewrûpayê ve derbarê însanên ku di sala 2015an de li tevahîya Ewrûpayê ji ber qirêjîya hewayê jiyana xwe ji dest dane de raportek hat amadekirin. Di  raporta ku hat amadekirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin di sala 2015an de li tevahîya Ewrûpayê bi sed hezaran însan ji ber qirêjîya hewayê mirin.

Raport di encama xebatên rojane yên ku li  ser 11 welatên ku ne endamên Yekîtîya Ewrûpayê ne de  hat amadekirin. Li gor daneyên ku ji zêdetirî 2 hezar û 500 çavdêrxaneyê hatine wergirtin sedema sereke ya qirêjîya hewayê  veguhastina bejayî ya li Ewrûpa ye. Tê diyarkirin li bajarên mîna Londra û Parîsê û li welatên mîna Almanya û Tirkîyê ji ber bikaranîna wesayîtên ku bi dîzelê  dixebitin qirêjbûna hewayê gelekî zêde ye.

Di raporta ku ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve jî hatine belavkirin de cî hat dayîn heman hêmanan û hat diyarkirin qirêjahî nexasim bo tenduristîya zarokan pir bi xetere ye. Di raportê de hat diyarkirin ji ber qirêjahîyê di sala 2016an de 543 hezar zarokên ku emrê wan ji 5 salî biçûk in mirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû