Bila komxebata Bahreynê bê betalkirin

Kongreya Gelê Filistînîyên li Derve xwest ku komxebata Bahreynê bê betalkirin.

Hat ragihandin Kongreya Gelê Filistînîyên li Derve xwest ku komxebata îqtîsadî ya ku tê xwestin li Bahreynê  bê kirin bê betalkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref kongrê ve hat belavkirin de hat diyakirin beşdarbûna vê komxebatê tê wateya asayîbûna pêwendîyên bi siyonîstên îşxalker re û kirina îxanetê ji gelê fedaket ê Filistînê re.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew ê wê komxebata ku tê xwestin ji teref Amerîka ve li Bahreynê bê tertîpkirin bi mitala taqîb dikin; lewra ev komxebat qonaxeke wê Peymana Qernê ye ku pê tê xwestin doza Filistînê bê tasfîyekirin û îşxala siyonîstan meşrû bê nîşandan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin