Bînalî Yildirim bû serokê meclîsê

Parlamenterê AK Partîyê yê Îzmîrê Bînalî Yildirim bi 335 dengan bû serokê TBMMê.

Di Lijneya Giştî ya TBMMê de dengdayîna Serokatîya Meclîsê hat kirin. Di encama dengdayina hat kirin da Parlementerê AK Partiyê yê Îzmîrê Bînalî Yildirim 335 deng hilda û bû Serokê TBMMê yê nû.

Di tûra ewil ya dengdayînê de 581 parlamenter deng dan. Li gor vê yekê namzedê AK Partîyê yê MHP jî wî destek dike Bînalî Yildirim 331 deng hilda. Namzedê CHPê Erdogan Toprak 134 deng, namzedê HDPê û Parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş 65, Parlamenterê ÎYÎ Partîyê yê Stenbolê Hayrettîn Nûhoglû 43 û namzedê Partîya Saadetê yê Stenbolê Cîhangîr Îslam jî 4 deng hilda. Di tûra ewil de 4 deng betal hatin hesibandin.

Ji ber ku di tûra ewil de tu kesî ji sisya dudê dengan negirtin derbasî tûra duda hat kirin. Di tûra dudan de Bînalî Yildirim 336, namzedê CHPê Erdogan Toprak jî 131 deng hilda.

 Ji ber ku di tûra dudan de jî tu kesî ji sisya dudê dengan negirt derbasî tûra 3ya hat kirin.

Di dengdayîna tûra sîsyan de Parlamenterê Îzmîrê yê AK Partîyê Bînalî Yildirim piraniya zêde girt û bi 335 deng hilda û bû Serokê TBMMê.

Piştî dengdayînê Yildirim, axavtina malavahîyê kir.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir