Birêz Serokkomar! Tu nikarî xeletîyê bikî

Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku li Semsûrê xelkê ziyaret kir destnîşan kir “Birêz Serokkomar! Tu nikarî xeletîyê bikî”

Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bergeha xebatên hilbijartinê de çû Semsûrê û xelkê ziyaret kir. Di dema ku ziyaretên ku hatin kirin de xelkê teweccûheke mezin nîşanî dan. Yavuz û heyeta digel wî dû re beşdarî bernameya ku hat tertîpkirin bûn. Yavuzê ku beşdarî bernamê bû di bernamê de axavtinek kir û destnîşan kir Misliman bi qanûnên berhevkirî nikare bê îdarekirin.

“Birêz Serokkomar! Tu nikarî xeletîyê bikî”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de pîvana sererastkirina xeletîyên ku tên kirin anî zimên û qala meseleyeke ku di dewra Hz. Omer de pêk hatiye mînak nîşan da û wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Em ji wek Abdullahê kurê Mesûd dibêjin; Birêz Serokkomar! Tu nikarî xeletîyê bikî. Bi izna Xweda em ê te îqaz û hişyar bikin. Ji bo ku em karibin wî hişyar bikin divê em di meclisê de bin. Ev îqazkirin bo me him wecîbeyeke dînî ye û him jî li hember milletê me wezîfeyek e. Dibe ku dema xeletîyê bike haya wî jê tunebe. Dema ku di siyasetê de li gor berjewendîyan bê hereketkirin ew sazîya siyasetê darbeyekee giran bixwe. HUDA PAR dê vê valahîyê tije bike.”(ÎLKHA)








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir