Birûskê li minara mizgeftê xist

Birûskê li minara Mizgefta Sumerê ya ku li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê ye xist.

Do êvarî saet derdora 19.30an de li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê birûskê li minara Mizgefta Sumerê xist.

Her dû minareyên mizgeftê jî wek îstasyona bazê dihat bikaranîn. Pişt birûskê li minarê xist qesmekî minarê xera bû.

Di bûyerê de tiştek bi tu kesî nehat, lê belê piştî birûskê demekê welatîyên derdorê diltirs bûn.

Piştî birûskê ekîbên ambolans û yên agirkujîyê sewqî cîyê bûyerê hatin kirin.

Piştî bûyer qewimî li deverê tedbîrên ewlehîyê hatin girtin û nêzîkbûna welatîyan ya mizgeftê hat estengkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir