Bo bendaveke 50 salane divê tarîx neyê wêrankirin

ÊLIH - Kesên ku Heskîfê ziyaret dikin û kesên lê dikandarî dikin dibêjin ji ber ku Heskîfa dîrokî di bin avê de tê hiştin ew xemgîn in û divê bo bendaveke 50 salane tarîx neyê tunekirin.

Bi Bendeva Ilisu ya ku tê çêkirin dê Heskîfa ku xwedîyê dîrokeke 12 hezar salane ye bê wêrankirin. Ji wêrankirina Heskîfa qedîm re rojên jimartî man. Heskîfa xwedîyê dîrokeke dewlemend e di van rojên dawî de ji geştîyar û ziyaretvanên xwe yên dawî re mazûvantîyê dike.

Geştyar û ziyaretvanên ku tên serdana Heskîfa rengîn û şênîyên ku lê dikandarîyê dikin dibêjin ji ber ku Heskîfa dîrokî di bin avê de tê hiştin û wêrankirin ew mehzûn in, Heskîf bo bendaveke 50 salane divê neyê wêrankirin.

Ziyaretvan, geştyar û dikandar hest û ramanên xwe yên derbarê wêrankirin û hilweşandina Heskîfê de ji ÎLKHAyê re wiha anîn zimên:

Kenan Çelebî: Em mîraseke dîrok, ya ku ji teref  temamê dinyayê ve tê zanîn di bin avê de dihêlin.Di bin avê de mayîna nirxeke wisa bi rastî jî min xemgîn dike.

Suheyp Kurt: Heskîf, sembola xelkê herêmê û erdnigarîyê ye. Em dijber in ku berhemên me yên manewî û çandî bên wêrankirin.

Bawer Gultekîn: Biya min çêkirina bendavê ya li Heskîfê dûrî aqilan û beredayî ye. Lewra bendava ku dê bê çêkirin herî zêde 50 salan dixebite. Divê dîrokeke ew qas dewlemend bo 50 salan neyê wêrankirin.

Dikandar Îrfan Marangoz: Em ê piştî mehekê ji vir derkevin. Em pir xemgîn in. Ew ê bo bendaveke 40-50 salane ev der bên valakirin. Divê rayedarên dewletê bo vê yekê poşman bibin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû