Bo telebên Kurdan divê makeqanûnek bê amadekirin û ev yek bê anîn rojevê

Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz destnîşan kir divê demildest makeqanûneke ku telebên Kurdan ên nasname û ziman di nav xwe de bihewîne bê amadekirin û ev yek bê anîn rojevê.

Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê telebên Kurdan ên nasname û zimên de nirxandinan kir. Yavuz di nirxandina ku kir de destnîşan kir divê demildest makeqanûneke ku telebên Kurdan ên nasname û zimên di nav xwe de bihewîne bê amadekirin û ev yek bê anîn rojevê.

“Dewlet divê demildest makeqanûneke ku telebên Kurdan ên nasname û ziman di nav xwe de bihewîne amade bike û vê yekê bîne rojevê”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê Meseleya Kurd neyê xistin mijara bazarê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Meseleya Kurd di çarçoveya edalet û haqqanîyetê de nayê çareserkirin û rê li ber tê vekirin ku şiddet û hêzên emperyalîst tevlî vê meselê bibin ku em wek HUDA PARê vê yekê şaş û xelet dibînin. Dewlet bêyî şert û merc û bazarê û bêyî ku rê li ber beşdarbûna şiddet û hêzên emperyalîstan a vê meselê bibin veke, divê demildest makeqanûneke ku telebên Kurdan ên nasname û ziman di nav xwe de bihewîne amade bike û vê yekê bîne rojevê.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir