Bo Yetîman dê konser bê tertîpkirin

Weqfa Yetîman a kunavenda wê li Diyarbekirê ye konsereke ku dê temamê dahatên wê ji bo yetîman bê xerckirin tertîp bike.

Ji teref Weqfa Yetîman a ku navenda wê li Diyarbekirê ye û navê xwe bi xebat û fealîyetên alîkarîyê daye sehkirin ew ê di 30ê Berfanbarê de  li Stenbolê konser tertîp bike. Ew ê temamê dahatên ku dê ji vê konserê bên berhevkirin dê ji bo yetîman bê xerckirin.

Ew ê konser di 30ê Berfanbarê de li Navenda Temaşa ya Yahya Kemal Beyatliya Stenbolê bê tertîpkirin û ew ê hunermendên îlahîyan îlahîyan bi deng bikin.

Derbarê mijarê de ji teref Fîkret Karavîlê Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman ve daxuyanîyek hat dayîn.

Karavîl di daxuyanîya ku da de destnîşan kir bexşên ku bo alîkarîyê tên kirin têra alîkarîyan nake ku ji ber vê yekê dê ev konser bê terîtpkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gor budçeya sala 2019an a ku ji teref weqfa me ve hatiye amadekirin alîkarîyên ku ji weqfa me te tên kirin têrî alîkarîyên ku em ê bikin nake. Ji ber vê yekê  em fealîyetên bi vî awayî dikin da ku pêdivîyên yetîman tedarik bikin.  Armanca konsera ku em ê di 30ê Berfanbarê tertîp bikin jî ev e. Dahata ku dê ji vê konserê bê înşallah ew ê ji bo yetîman bê bikaranîn. Ew ê 5 hunermendên me yên dildar beşdarî konserê bibin.”

Karavîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir firotina bîletan berdewam dike  û kesên ku bîlet nekirîne dikarin roja konserê di têketina salonê de jî ji xwe re bilet bikirin.

Konser dê di seat 13.00an de dest pê bike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû