Bûka Nazdar Helepçeya Bê Xwedî

Bêje ey bûka nazenîn bêje, bêje da dîrok fedî bikin. Hewarê te bigihin esman, da melekê esman jî lawesin. Ji nû ve bê nivîsîn dîroka zilmê, ji serî de tim zalimavebêjin pênus…

Bêje ey bûka nazenîn bêje, bêje da dîrok fedî bikin. Hewarê te bigihin esman, da melekê esman jî lawesin. Ji nû ve bê nivîsîn dîroka zilmê, ji serî de tim zalimavebêjin pênus… Çi gunehê te hebû, bêje… Bêje da bê fêm kirin çima zalima bi ser te ve barandin fosfor, napalm, sîyanûr û ğazê rîşe… Bihayê alîgirtina heqqîyê bêje, bêje ku her kes fêm bike, fêm bike zimanê mezlûmîyetê…

Bêje qomçegûla min! Îro, halo yê bi mezlûmî disekine, kî ye? Ki ye ev bê gunehê tê lêdan, ev me’sûm… Kî kuştiye bebekê di dergûşê de, lawi ê hê nav lê ne danîne… Kî bû sikak û debir û cana talan kir. Kîjan Nemrûd e di sikakê te de digere Helepça min! Kî ye warisê ğeddar ev Fir’ewn, ev Dehhaq, ev Ebû Cehîl. Kî ye ev waris ê Hûlagû, Deccal ê di ‘esra min de…

Çi cirmê te hebû, ku fosfora barandin sikakê te, napalma daxistin hêlînê te, xerdela rijandin ce’deyê te… Çi gunehê wan hebû zarokê hê li ber şîr, pîrê ferfûtî yê dest ji jiyanê kişandî, ‘egîdê bar hêvî, gûlê hesretî tev bi evîndarî… (Guneh ê) ‘Elîya, Hesen û Hûseyna… (Guneh ê) ‘Eyşeya, Asya û Berfîna… Çi gunehê wan hebû bêje, gellê mezlûm ku ew bê xwedî hatiye hiştin…

Tîkrîtî û Seddam li sikakê te digerin binêre! Li rû qurretîya şeytan pêçandin e, bê çi hewesîne Şîmr û Yezîd… Rêhevalê Hîtler û Sitalîna, hemrazê şah û qirala, hevaldoşekê şeytanê rû mel’ûn… Napalm daxistine sikakê wan… Tanqa mizgeftê wan bi ‘erdê ve pelixandine, zalima talan kiriye malê wan tev… Tu dibê ‘ewaneyê Yezîda rabûne heyfê ji dîrokê distînin… Tu di bê sond xwarine zalimê hevkar: wê bikujin her yek neferî.

Helepça min, binêre! Zarokê te ku nikarin hêvîya jî bikin razane bê rih li ‘erda. Binêre Helepça min, can Helepça min! Mezlûmîyet û mehrumîyet nivîsandiye li eniya te. Bê xwedîtî li çiyayê te, li deştê te…

Bi hezaran can hene, bê rih razane li sikakê te Helepça min! Kî yê bipirse li xwîna van mezlûma… Ez hogirên evangalisa, rêhevalên sîyonîsta? Ka wê hewara te gerandibûna li çar aliyê cîhanê bi mêrxasî, bi ‘egîdî… Ka wê doza te li xwe pêçandibûna bi mêranî… Wê banga te gerandibûna li temamê nesl û serdema…

Çibû ji van ‘ebdê tağûta, bi zimanên din yên navê zilmê, ji rêhevalkên şeytana… Çibû Helepça min, ji van siyaseta fahîşeya, ji artêşa wehşa! Kijan qifl li heqîqetê kirin vana, doza te bi çend dolara firotin van ehmeqa.

Îqtîdar bê çi nî’metek (!) mezinê me bi wana fêm kir. Nebî ku ji te, ji qêrînê te, ji hewarê te û ji doza te ger bê devberdan Helepça min, li ser ni’metên çend rojekên dinya yê… Li ser çendek milyon dolara… Li ser rêyê qesrê kesk ku demxe sedsala tê lêdan…

Ji boy xelqê muferreh çêkin wê Seddama daleqînin, Tîkrîtî ya bibin darexeça û ev çîrokê biqede ji xwe ve. Quqla çûn temam amenna, ka xwedîyên wan, mîsyonerên evangalîst, zalimên siyonîst, qewet û xwedyên îqtîdara… Yên ku esas şer dest pêkirin û napalm teqdîmî Seddama kirin…

Helepça min, ma gaziya te ev bû, ji boy çend rojek iqtîdarê te evqas ‘egîdê xwe da? Derdê te esareta nîjadekê bû, yan şerrê te şerr ê mustez’efa, mezlûma, pêxwasabû… Bêje Helepça min bêje, bese ev bê dengî ya te… Bes e te alav dikin li şerra, bes e tu ne vegeriyayî rastiya xwe. Vegere êdî Helepça min vegere. Îro êdî vegere rastî ya xwe, şerr ê xwe. Û biqîre li tağutê her dema…

Milletekî bê xwedî vebêje. Êşa mezlûmîyetê, sancîya mehrumîyetê vebêje… Ku kete behrê çawa xwe davêjê mara, ku hate terikandin çawa her destê dirêjî dibin bi çavê xelasiyê tê dîtin, vebêje. Vebêje ku dinya zanibe qedera te Helepça min. Zilma kesê firotî vebêje. Kufra bêbexta vebêje. Tiştê li pişt perdê hatiye veşartin vebêje. Pitikên bê guneh, piyên tazî, mezlûm û mustez’efavebêje. Tu bi tenê ne qetlî’amek di kûrîtîya dîrokê de yî Helepça min! Tu deng û bêhna milletekî mezlûm…

Tu warê milletekî mezlûmî, ji te re Musayek lazime ez dizanim. Hêviya min ew e ku Musayên te ji Qarûna re heval, ji Fir’ewna hemraz, ji Bel’ema re heval nebin… Ev car bila rûyê te bikene, weke ku careke din girî nebe; ev car bila textê zilmê biqulube, weke ku car din ranebe. Û bila ûmmet gazî ya te fêmbike, bi biratiyane…

Bila êdî cudahî yên ferazî biqedin, ev şerr ê bê wext biqedin û carek din ne jîn Helepça min, di singa ummetê da… Carek e din tu ‘erd bê xwedîtîyê nebînin… Yekbûyî çêbibe ummet li îstîbbara ser ‘erdê… Wek qiyamaMusa qiyam çêbibe li textê zilmê… Biqulubin textê zilmê, saz bibin yek bi yek îqtîdarên mustez’efa… Bihar bila êdî werin bi ser serê ummetê ve, biqedin zivistan… Ji nû ve îhya bibe Dînê Mûbîn, ji nû ve ava bibe qesrên ‘edaletê… Ûmmeta mezlûm carek din nebine zilûmatê, careke din bi ‘erdêve xera nebin xan, mal… Newş û nema bibîne heq… Kêm bibe dengê batilî, derewvan… Şefeq helbet nêzin, fecir helbet nêzin…

Her dem selam li mêrxasê heqqiyê be… (Werger ji Tirkî: Fedlullah POLAN)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be